PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şimal ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand ku di dabînkirina çavkaniyên avê de xeteriyeke cidî li ser Iraqê heye û got, Tirkiye û Îran para Iraqê ya avê naşînin.
Şimal diyar kir ku ji ber kêmbûna avê ew nikarin ji rûbaran zêde avê bikişînin û da zanîn ku ji bo berdana avê ya ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve ti rêkeftinek jî nîne.
Herwiha Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê got ku Tirkiye û Îranê ji sedî 70yê para avê ya Iraqê naşînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin