PeyamaKurd – Berdevka Konseya Ewlehiyê ya Koşka Sipî Emily Horne bi nivîskî ragihand ku wan li Afxanistanê 21 hemwelatiyên Amerîkayê û 11 kesên xwediyê green Cardê ji Afxanistanê tehliye kirine. Horne her weha ragihand ku Amerîka di rêya hewayî û bejayiyê de hemwelatiyên Amerîkayê yên li Afxanistanê mane û xwediyên green Cardan tehliya wan dewam dikin.
Horne ragihand ku di rêya hewayî ya Qatarê de 30 kesan û 2 kesên din jî derbasî welatekî cîranê Afxanistanê kirine. Horne bi sedema tehliyeyan sipasiya Qatarê kir û weha got:
“Tehliyeyên îro nîşan didin ku em çawa derfetên zelal û bi ewle ji hemwelatiyên Amerîka re didin da ji Afxanistanê veqetin. Em ê alîkariya xwe dewam bikin lê mayîn û çûna hemwelatiyan li ser daxwaza şexsê wan dimîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin