WSJ: Amerîka dixwaze baregehên Yûnanistanê bêhtir bikarbîne

WSJ: Amerîka dixwaze baregehên Yûnanistanê bêhtir bikarbîne

PeyamaKurd- Ronameya Amerîkî Wall Street Journal radigihîne ku di vê demê de tekiliyên navbera Amerîka û Tirkiyê nexweşin lewra artêşa Amerîka bi artêşa Yûnanistanê re hevdîtinan dike da baregehên wan yên hewayî û deryayî bêhtir bikarbîne. Lê ev têkiliyên leşkerî yên navbera her dû artêşan nayê vateya ku dê Amerîka dev ji Tirkiyê berde.

Serokerkanê Amerîkayê Joe Dunford, di hefteya borî de seredana Yûnanistanê kiribû û balê kişandibû ser operasyonên Sûriyê û Bakûrê Afrîkayê ku her dû jî nêzî Yûnansitanê ne û weha dewam kiribû:

“Di vî welatî de derfetên gelek girîng hene.”

Li gor rêvebirên Amerîkayê; Amerîka û Yûnanistan di babeta têkiliyan de di asta herî bilind de ne û hevkarên NATO yê di derbarê Tirkiyê de di nava endîşeyan de ne.

Bi hesabê erdnîgariya xwe Yûnanîstan salewext xwediyê şetr û mercên hewayê ne bo balafir karibin ji baregehên wan bifirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin