PeyamaKurd - Dihat çaverêkirin ku ji bo çareserkirina krîza Idlibê û rawestandina şer, bi beşdariya welatên Rûsya, Fransa, Alman û Trkiye 5ê Adarê lutkeyeke çarqolî were lidarxistin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îro li ser wê lutkeya ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû got, 'Hevdîtineke bi wî rengî ne mimkun e', lê ew li ser civîneke bi beşdariya Îranê jî dixebitin.
Peskov li ser pirsa rojnamevanan da xuyakirin hîn hemû lîderan bersiva hevdîtineke wiha ya piralî nedaye û xebatên dîplomatîk berdewam dikin.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan, îro ragihandibû ku dê lutkmeyeke bi beşdariya çar welatan were lidarxistin û sibe jî heyeteke Rûsî ji bo wê yekê tê Enqerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin