PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser êrîşa doh ya Rûsyayê bi ser bendera Odessayê de bal kişand ser Peymana Hinardekirina Zad a Stenbolê û got, Rûsyayê ew peyman binpê kiriye.
Zelenskiy got: “Ev tenê tiştekî îspat dike; Rûsya her çi sozan bide jî ji bo sozên xwe bicih neyîne, rêyên ku wan pêk neyîne dibîne.”
Fermandariya Başûrê Ukraynayê derbarê wê êrîşa ser benderê de ragihandiye ku Rûsyayê bi fuzeyên kalîbr êrîşî binesaziya bendera Odessayê kiriye ku ji 4 fuzeyan 2 ji wan ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatine xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin