PeyamaKurd- Li bajarê Xarpêtê li navçeya Karakoçanê taxa bi navê Kulubaba bi biryara parêzgehê xistin bin karantînayê. Sedema kakantînayê hat nîşandan ku li taxê koronavîrus hatiye dîtin. Taxa ku xistine bin karantînayê di nava bajêr de ye. Parêzgeh dibêje ku tedbîrên berlêgirtina koronavîrusê hatine girtin û weha dewam dike:
“Parêzgeha me bi sedema ku li taxa Kulubaba ya Karakoçanê vîrus hatiye tesbîtkirin, çûn û hatina taxê hatiye qedexekirin. Bo rê libergirtina vîrus, ev biryar şert bû û heya biryareka dinê nabe ku ti kes ji taxê derê an bikeve nav taxê. Temamê tedbîrên tenduristiyê bo taxê hatine sitendin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin