Pompeo: Erdogan ji bo hêzên Kurd soz da me…

Pompeo: Erdogan ji bo hêzên Kurd soz da me…

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji televizyona NBCyê re ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye, dê Tirkiye parastina hêzên Kurd li Sûriye bike.

Pompeo destnîşan kir ku vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, guherîneke taktîkî ye û biryardariya Amerîkayê ya ji bo tunekirina DAIŞê û nehiştina hêzdarbûna Îranê li herêmê naguherîne.

Li ser pirsa ku ‘Gelo dema vekişînê Amerîka baweriyê bi Erdogan tîne ku hêzên Kurd ên piştgiriya wan dike, neke armanc?’ jî Pompeo got, “Erdogan ji Serok Trump re soz da ku piştî vekişîna me dê têkoşîna dijî DAIŞê bidomîne û dostên me yên ku em ligel wan şer dikin biparêze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin