PeyamaKurd – Proseya dengdanê ya hilbijartinên rêveberiyên herêmî li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam dike.
Li bajarên bakurê Kurdistan yên wekî Amed û Wanê gelek kes bi cil û bergên kurdî çûn ser sindoqan û mafê xwe yê dengdanê bikar anîn.
LI AMEDÊ HÊZÊN LI BER ŞAREDARIYÊ HATIN RAKIRIN
Li Amedê îro Yekşemê ango roja dengdanê cara yekem hêzên ku li ber avahiya şaredariya mezin ev du sal in piştî tayînkirina qeyûm hatibûn bicihkirin, hatin rakirin.
Li hin navçeyên bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê yên wekî Dihê, Perwarî û Şîrwanê turikên pisûleyên dengan bi helîkopteran bo cihê dengdanê hatin şandin.
Hêjayî gotinê ye doh êvarê Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn beriya hilbijartinê bi çend saetan hatibû talankirin û dîmenên wê jî li ser medya civakî hatibûn belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin