PeyamaKurd- Parlementerê Tehranê yê reformîst Mehmûd Sadiqî ragihand ku di salên borî de,DEAŞ, bo perê xwe yê reş sipî bike, sîstema bankayên Îranê bikaraniye.
Sadiqî di ser hesabê xwe yê Tweeterê de, li ser mijara ku niqaş li serê heye û di meclisa Îranê de, li serê tê axaftin, li ser qanûna FATHê weha got:
“DEAŞ bo pere xwe yê reş sipî bike, di salên borî de, sîstema banka Îranê bikartanî. Hetta ev hal bû sedema ku Sûriyê îttîrazê lê bike.”
Sadiqî got; ew lobiya ku li hemberê şebekeya karê qaçax û maddeyên hişbiriyê ye, li hember her dû tiştan têdikoşin û şebeke ditirse ku karê bankayan zelal be. Ew, bi sloganên şoreşgerî, muhafazakaran li hember me dadikin û li ser lingan dimînin. Xwe bi wî awayî diparêzin.
Sadiqî got; sedema ku sîstema banka ya Îranê bi sîstema navdewletî re li hev nake an ku entegre nabe, ne bi sedema biryarên dorpêçên aborîne lê ji sedemên navxweyî dertê.
Meclisa Îranê, roja yekşemê xwest ku qanûna astengkirina li dijî finansa terorê (FATF) derxin lê bi sedema ku grûbên tund yên muhafazakar yên weka Ayetullah Misbah Yezdî, qanûn protesto kiribûn û derxistina qanûn ji rojevê hilanîbûn.
Eger ev qanûn derê, wê kes nikaribe ji rêxistinên weka Hîzbûllahê, DEAŞê an Talîbanê re, di ser sîstema bankayê de, pere bişîne ji ber ku wê di sîstema dinyayê de xuya bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin