PeyamaKurd - Komîteya partiyên Kurdistanî li Yûnanistanê, belavokek ji bo piştgirî û hevxemiya gelê Yûnanê derxistin.
Nûnerê PYDê li Yûnanistanê Dr. Ibrahîm Muslim di rûpela xwe ya veghîştina civakî de ragihand ku piştî agirvêketina bi bajarekî û bi sedan kes bûne qurbanî, Komîteya partiyên Kurdistanî li Yûnanê belavokek ji bo piştgirî û hevxemiya gelê vî welatî derxistin.
Nûnerê PYDê lamaje bi wê yekê kir ku Komîteya Partiyên Kurdistanî ên ku hevxemiya xwe bi gel û hikûmetê re dupat kirine, bang li tevahiya gelê kurd ên li Yûnanê kirin ta ku berê xwe bidin bi nexweşxaneyan û xwînê pêşkêşî birîndarên bûyera şewtandinê bûne bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin