PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, bi sedema şandina alîkariya tenduristî ya du taqîgehan (laboratuar) bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê, spasî li Nêçîrvan Barzanî kir.
Li gorî nûçeya Rûdawê herdu taqîgeh ji Duhokê ji ser dergehê Sêmalka ve bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser, Ciwan Mistefa û Berprisê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî û hejmarek rayedarên din ên rêveberiyê pêşwazî li karwana alîkariyê kirin û herdu taqîgeh û kelûpelên din ên pizîşkî yên pê re wergirtin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser, Ciwan Mistefa û Berprisê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mistefa Balî konferanseke rojnamevanî li dar xistin.
Ciwan Mistefa di konferansa rojnamevanî de got, ew sêyemîn karwana alîkariyên pizîşkî ye ku ji Başûrê Kurdistanê ve bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin û îro jî karwaneke din a alîkariyê gihîştiye wan.
Ciwan Mistefa diyar kir, beriya niha ji Başûrê Kurdistanê ve 2 taqîgeh hatibûn şandin û niha ketine kar û îro jî du taqîgehên din hatine şandin û dê li gor hewcdariyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bêne danîn.
Ciwan Mistefa got: “Îro şandeya sêyemîn ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî Bakur Rojhilatê Sûriyê dibe, herdu carên din du taqîgeh derbas bûne û ew taqîgeh niha di meriyetê de ne û di nava kar de ne, şandeya îro hatî jî 2 taqîgeh bi xwe re anîne, ji bo xizmeta gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê.”
Ciwan Mistefa herwiha destnîşan kir, soz hatiye dan ku ji Başûrê Kurdistanê ve 2 taqîgehên din jî bo Rojava bê şandin û got, eger ew taqîgeh jî bêne şandin, hejmara wan li Rojavayê Kurdistanê digihe 6 taqîgehan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku ew taqîgeh ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin û ji ber wê yekê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.
Ciwan Mistefa got: “Li ser navê gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê em spasiya birêz Nêçîrvan Barzanî dikin, ji ber alîkariyên wî yên bo gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê, ev xzimetek e ji bo hemû gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê, cihê hurmetê û rêzê ye.”
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser spasiya endamên şandeyê û tîmên tenduristiyê yên Başûrê Kurdistanê kir, ku di veguhastin û gihandina wan taqîgehan bo Rojavayê Kurdistanê de ked dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin