Li Rojavayê Kurdistanê 115 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 115 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 115 kesên din bi vîrusê Koronayê ketin û 2 kesan ji ber vîrusê can dan.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amarên 24 demjimêrên bihorî yên Coronayê belav kir.

Li gor Desteya Tendirustiyê, di 24 saetên borî de, 2 kes ji nexweşên Koronayê can dan û 115 kes jî bi vê vîrusê ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, her du kesên can dane zilam in û ji bajarokê Girkê Legê ne.

Ciwan Mistefa da zanîn,115 kesên tûşbûyî, 62 mêr û 53 jin in, ku 42 kes li Reqayê, 11 kes li Heseke, 15 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrik, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Çil Axa,  1 kes li Tirbespî, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 17 kes li Kobanî, 7 kes li Tebqa û 7 kes li Minbicê ne.

Herwiha Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, ku ji do ve heta îro 14 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, bo 2,632 kesan zêde bûye, ku 88 kesan can dane û 609 kes jî heta niha baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin