PeyamaKurd – Li ser teqîna pira navbera Rûsya û Kirimê, dijminiya navbera Rûsya û Ûkraynayê zêdetir bû. Îro serê siba li ser pira Kirimê tankerekî tije petrol teqandin û niha nikarin pire zêde bikarbînin. Pir ji bo Rûsyayê stratejîkê û bi teqîna pirê gelek acize. Ûkrayna her çendîn dibêje ku wan li ser pirê tankêrê neteqandiye jî, di daxwuyaniya xwe de got ku ev kiryar hêj destpêke.
Li ser bûyerê artêşa Rûsyayê leşkerên Ûkraynayê yên ku di destê wan esîrin, bi vîdeoyê li ser ekranê medyayê belav kir û got: “Hun teslîm bibin jî hun ji destê me rizgar nabin.”
Rûsya ragihandibû ku pir hilweşe wê qiyamtê rakin û di teqîna pirê de 3 kes mirin. Niha herkes meraq dike bê Rûsya li ser bûyerê wê çi bertek nîşan bide. Di dîmenan de û di vîdeoyê de leşkerên Ûkraynayê yên dîl ku di destê Rûsya de ne, wan ser dev dirêjkirine û wan kêm dixin.
Li ser teqandina pira navbera Kirimê û Rûsyayê kesên pêwendîdar raporekî dan serokê Rûsyayê Valdimir Putin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin