PeyamaKurd - Serokkomarê Berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad bangî Rêberê Dînî Elî Xameney kir ku ji bo Hemîd Beqayiyê cîgirê xwe yê berê ku di girtîgehê de greva birçûbûnê dimeşîne talîmata berdanê bide.
Ehmedînejad ji Xameney re nameya çaremîn şand û got Beqayî ji ber sûcê gendeliyê 15 sal cezayê hepsê xwariye, lê ev darizandin ne adil e û biryar siyasî ye.
Nameya Ehmedînejad li ser malpera înternetê ya bi navê "dolatebahar"ê hat weşandin.
Serokkomarê Berê yê Îranê got Beqayî bê belge û delîlên hiqûqî, bi tevgereke siyasî û lêpirsîneke veşartî hatiye girtin.
Ehmedînejad got îradeya siyasî ew ji bo reşkirina hikûmeta 10emîn û 11emîn kiriye qurban, Baqayî li hember vê zilmê ev 14 roj in greva birçîbûnê dike, lê tenduristiya wî her diçe xirab dibe.
Di dawiya nameya xwe de Ehmedînejad wiha bang kir: "Wek ku hûn jî dizanin ew mumîn, şoreşger, bêsûc û yekî baş e. Gendelî nekiriye. Ji bo ku facîayeke mezin ya ku ne mimkun e bê telafîkirin çênebe û li hember zirarên wê rê bên girtin ew li benda telîmata we ye."
- Ev nameya 4emîn e
Ehmedînejad ev cara çaremîn e ku ji Xameney re nameyan dişîne.
Di 19ê sibatê de Ehmedînejad nameya xwe ya ewil şandibû û gotibû li welêt pirsgirêkên aboriyê zêde bûne, ji ber hinceta ewlehiyê gel rastî zor û zextê tê, li welêt rêvebirî ne şefaf e.
Di nameya xwe ya duyemîn a ku di 13ê adarê de hatiye şandin de Ehmedînejad pirsgirêkên aboriyê bi bîr xistibû û gotibû divê esker ji çalakiyên aboriyê dûr bisekinin û bi tenê wekî esker bixebitin.
Ehmedînejad di 24ê adarê de nameya xwe ya sêyemîn şandibû û rexneyên giran li mehkemeyên Îranê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin