Kobanê: Di êrîsa Tirkiyeyê de zarokek hat kustin

Kobanê: Di êrîsa Tirkiyeyê de zarokek hat kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyên xwecihî yên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ve hat ragihandin, di êrîşa ku îro Tirkiyeyê kiribû de zarokek hatiye kuştin.

Ji aliyê artêşa Tirk ve vê sibehê êrîş li hember navenda bajarê Kobanê û derdora wê hatibû kirin. Hat ragihandin ku gundên Amûde, Dirbêsiye, Zirgan, Şêrewa û bajarê Kobanê, ji aliyê hêzên Tirk ve tên topbarankirin.

Çavkaniyên xwecihî, piştî êrîşa vê sibehê da zanîn ku di encama van êrîşan de li Kabonê zarokek hatiye kuştin, 2 kes jî birîndar in. Her wiha hat zanîn ku li Zirganê zarokek û li navçeya Şêrewa jî zarokek birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin