PeyamaKurd – Berdevkê wezareta tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Aso Hewrezî ragihand ku ji serê destpêka nexweşîna Kovid-19 ê heya niha 53 doktor û xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe bi sedema Kovid-19 ê ji dest dane. Aso Hewrezî bo Rûdawê ragihandiye ku ji meha adarê heya niha di nav 7 mehan de li seranserê Herêma Kurdistanê 2 hezar û 600 doktor û xebatkarên tenduristiyê bi nexweşîna Kovid-19 ê ketine.
Hewrezî ragihandiye ku di mehekî dawiyê de 8 doktor û xebatkarên tenduristiyê can dane.
Bi sedema ku doktor û xebatkarên tenduristiyê bi nexweşan re di nava têkiliyên nêz de ne, îhtîmala vîrusgirtinê di wan de zêdetir e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin