PeyamaKurd - Hikûmeta Kurdistanê bûdceyek bo nûjenkirina rêk û cadeyên Herêma Kurdistanê terxan kir.
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, hikûmetê 33 milyar û 876 milyon dînar (derdora 28 milyon dolar) bo nûjenkirina rêk û cadeyan terxan kiriye.
Cotyar Adil da zanîn, ew dirav bo çar parêzgehên Herêma Kurdistanê û her du îdareyên Germiyan û Neynewa hatiye terxankirin.
Bi gotina berdevkê hikûmetê Adil, ew proje dê di nav 2 mehan de xilas bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin