NY: Çareserî, bi avakirina dewleta Filistînê pêkan e

NY: Çareserî, bi avakirina dewleta Filistînê pêkan e

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di serdana xwe ya Misirê de piştî hevdîtinên dîplomatîk daxuyanî da û diyar kir ku heta dewleteke Filistînê neyê avakirin, dê çareserî ne pêkan be.

Antonio Guterres, bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samîh Şukrî re li Qahîreyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Guterres diyar kir ku ji ber êrîşên Hamasê yên di 7ê Cotmehê de ev qeyran çêbû û destnîşan kir ku ev rewş bû sedema dorpêçkirina gelemperiya Xezayê û bombebarana hovane ya Îsraîlê li dijî sivîlan.

Guterres bi berdewamî got ku "Ez careke din destnîşan dikim ku divê rêz li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bê girtin. Parastina sivîlan jî erkek e. Her êrîşa li dijî nexweşxane, dibistan û tesîsên Neteweyên Yekbûyî qedexe ye û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Li hemberî vê karesata mirovî, ez bang li du kiryarên mirovî yên lezgîn dikim. Hamas ku demildest û bê şert û merc dîlgirtiyan serbest berde û Îsraîl tavilê destûrê bide ku alîkariyên mirovî hewcedariyên herî bingehîn ên gelê Xezayê pêk bîne. Ez eşkere dibêjim ku piştî 56 salên dagirkeriyê gazindên Filistîniyan ên rewa û kûr hene."

Guterres diyar kir ku tu kiryar nikare terorê rewa bike û destnîşan kir ku êrîşên Hemasê yên li ser Îsraîlê nikarin cezayên kolektîf ên gelê Filistînê rewa bikin.

Guterres ji bo agirbestê bang li herdu aliyan kir û bi bîr xist ku gelê Xezeyê nêzî 2 hefte ne xwedî pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, av û dermanan e.

Antonio Guterres bal kişand ku li herêmê ji ber nebûna hewcedariyên bingehîn nexweşî belav dibin û wiha got: 

Mirov dimirin. Van wêneyan ez tirsandim û sivîlên li Xezayê hewcedarî xizmet û pêdiviyên bingehîn in. Ji bo vê jî hewcedariya me, bi gihandina alîkariya mirovî ya bilez û bê asteng heye."

Sekreterê NYê Guterres diyar kir ku ew ji bo şopandina amadekariyên gihandina alîkariyê ji bo herêmê hatine Misirê û got, "Di vê hewldana jiyanê de Balafirgeha Navneteweyî ya El-Arîş û Deriyê Sînor ê Refahê ne tenê girîngiya wan e, di heman demê de yekane hêviya wan e jî.

Guterres got, "Bêyî avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê mil bi mil bi Îsraîlê re di bin garantiya ewlehiyê ya hevpar de li gorî biryar û peymanên navneteweyî yên di navbera herdu aliyan de çareserî pêk nayê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin