Balafirên ser ên Tirk gundên Sêxanê û Çiyayê Xêrê bombardiman kir

Balafirên ser ên Tirk gundên Sêxanê û Çiyayê Xêrê bombardiman kir

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê îro Yekşemê gundên navçeya Şêxanê ya Deşta Nînowayê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Tirkiyê bi behaneya hebûna baregehên çekdarên PKKê li herêma Şêxan a deşta Nînowayê ku dikeve ser parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Medya Iraqê belav kiriye ku êrîş li dijî gundên Şêxanê û çiyayê Xêrê pêk hatiye û ev yekem êrîşa balafirên Tirkiyê ye li herêma Şêxanê ku xelkê wê kurdên êzdî ne.

Beriya niha jî balafirên şer ên Tirkiyê ji ber hebûna PKKê navçeya Şingalê û dorûbera wê bombardiman kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin