PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî re civiya.
Îro li Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî û şanda pê re kir.
Di civînê de behsa pêşxistina hemahengiya ewlehiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hat kirin, bi taybet di mijara lêpirsîna ser êrîşa moşekî ya Hewlêrê de, ku ji ber hemahengiya baş encamên baş bi dest ketine.
Herwiha di hevdîtinê de qala girîngiya bicîhanîna rêkeftina Şingalê û derxistina hêz û milîsên ne qanûnî ji wê deverê hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê kir di mijara çareserkirina pirsgirêkan û destnîşan kir, li Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî, guhertina demografiyê û serkutkirina Kurdan berdewam e û got, ew rewşa ku li wan deveran heye, awarte û ne Destûrî ye. Ne di berjewendiya xelkê Iraqê de û divê pêşiya wê were girtin.
Herî dawî di civînê de qala danûstandinên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi taybet di mijara budçeyê de û hilbijartinên giştî jî hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin