Îsraîl rê li ber hemwelatiyên wê dewletê girt

Îsraîl rê li ber hemwelatiyên wê dewletê girt

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku serdana hemwelatiyên Endonezî bo Îsraîl hat qedexekirin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku serdana hemwelatiyên Endonezî bo Îsraîl hat qedexekirin. Herwiha amaje bi vê yekê kir ku ev biryar di çarçoveya bergirîdanê de hatiye stendin.

Wek ku tê zanîn di bûyerên navbeyna eskerên Îsraîl û xwepêşandêrên Filistînî de li ser sînorê Xezzeyê 55 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û Endonezya wekî bertek biryara qedexekirina serdana hemwelatiyên Îsraîlê stendibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin