Rûsya: Artêsa Sûriyê sengerên ku berê ji dest dabûn îro dîsa kontrol kirin

Rûsya: Artêsa Sûriyê sengerên ku berê ji dest dabûn îro dîsa kontrol kirin

PeyamaKurd – Navenda Navbeynkariyê ya Rûsyayê li Sûriyê ragihand ku Artêşa Sûriyê sengerên ku Idlibê ji dest dabûn îro dîsa kontrol kirine.

Navenda Navbeynkariyê ya Rûsyayê li Sûriyê Sûriyê ragihand ku hêzên Artêşa Sûriyê sengerên ku di 23yê Çilê de li Idlibê ji dest dabûn îro dîsa di encama operasyonekê de kontrol kirine.

Serokê Navenda Navbeynkariyê ya Rûsyayê li Sûriyê, Yuriy Borenkov di civînekê rojnamevaniyê de ragihand ku yekîneyên artêşa Sûriyê sengerên Samka û Huayn û el Şaafê ji dest milîtanan derxistin û ji nû ve kontrol kirine.

Borenkov herwiha da xuyakirin ku li herêma Idlibê di navbera hêzên hikûmetê û komên çekdar ên neyasayî de şer û pevçûn perdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin