PeyamaKurd- Tora Mafên Mirovan ya Sûriyê (SNHR) ragihand ku ji dema li Sûriyê şer destpêkiriye û heya niha 695 kesên ku di medyayê de dixebitin hatine kuştin. Li gor rapora torê; niha 421 xebatkarên medyayê di destê terefan de girtîne.
SNHR bi sedema ku 3 yê gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Dinyayê ye, Rêxistina Rojnamevanan ya Sînornenasên Dinyayê, şaxa Sûriyê ropora xwe belav kir. Di raporê de dibêje ku Sûriye di nava 180 welatên dinyayê de, di rêza 174an de ye. Di raporê de behsa binpêkirina mafên medyayê yên li Sûriyê têkirin.
Di raporê de tê gotin ku rejîma Beşer Esed ji 2011an heya niha 546 xebatkarên medyayê ku 5 ji wan biyanîne kuştiye. Di êrîşên Rûsyayê yên hewayî de 20 xebatkar hatine kuştin. Di seha ku YPG kontrol dike de 4 kes hatine kuştin.
64 xebatkarên medyayê di seha DEAŞê de hatine kuştin. Di seha muxalifan de yên leşkerî an grûbên siyasî de 32 xebatkar hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin