Rûsya: “Em pistgiriyê didin biryara Esed”

Rûsya: “Em pistgiriyê didin biryara Esed”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew bi erênî pêşwaziyê li biryara hikûmeta Sûriyê ya derbarê efû ya eskeran de dike.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ku Moskova bi erênî pêşwaziya biryara Serokê Sûriyê Beşar Esed ya efû yê dike, bi taybetî efûkirina eskerên ku ji eskeriyê firar kirine.

Sergey Lavrov ragihand ku Moskova hewl dide ku rêveberiya Şamê gelek gavên wiha bavêje.

Lavrov wiha got: “Pirsa ku peywendiya xwe bi efû ya eskerên ji artêşê reviya bin hebe, diyar e ev gav  bi armanca lihevkirineke niştimanî pêk tê, hatiyê danîn. Di heman demê ew gav ji bo wan penaberan ku dixwazin vegerine Sûriyê jî hatiye avêtin, lê herwiha ji bo koçberên navxwe ye û di vê çarçoveyê de jî em hewlên xwe bi wî rengî berfire dikin daku rêveberiya Sûriyê gavên bi wî rengî bavêjê ji ber ku pêştir derbarê wan mijaran de gelek gotin dahatin kirin.

Derbarê biryara 10 de me gelek hevdîtin li gel rêveberiya Sûriyê kirin û me daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir derbarê wê mijarê de li gel berpirsên Şamê hevdîtinan bikin û ew hevdîtin pêk hatin. Ez bawer dikim niha hemû pirsgirêk hatine çareserkirin .

Eskerên reviyayî dikevin ber vê efûyê

Serokê Sûriyê Beşar Esed efû ji bo eskerên Sûriyê derxist.

Serokê Sûriyê Beşar Esed bi biryarekê efûya bo hemû eskerên reviyayî, yan jî firar kirine yên li Sûriyê û li derveyî Sûriyê dimînin derxist.

Ew kesên ku berî roja  9-10-2018ê, yanî îro  ji nava artêşa Sûriyê reviyane têne efûkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin