Iraq: Kî bixwaze bi Îsraîlê re têkilî bên normalkirin wê cezayê îdamê bidinê

Iraq: Kî bixwaze bi Îsraîlê re têkilî bên normalkirin wê cezayê îdamê bidinê

PeyamaKurd – Parlementoya Iraqê qanûna qedexekirina têkiliyên bi Îsraîlê re qebûl kir. Li gor qanûn; kî bixwaze bi Îsraîlê re têkiliyan normal bike wê bi cezayê îdamê bêcezakirin.

Di biryarê de hat gotin ku kî bi Îsraîlê re, li Iraqê an di derveyê Iraqê de, şexsî an bi komkî, fermî an ne fermî têkiliyan bike an deyne, wê bi cezayê mirinê an cezayê zîndanê yê heya bi heyayê bê cezakirin.

Parlementoya Iraqê di 11 ê gulana 2022 an de civiya û vê biryara ku 7 xalên wê hene, di dengdana 183 parlementeran qebûl kir. Li gor ragihandina Rûdawê; di xaleka qanûnê de weha hatiye gotin:

“Ti hewldanekî bi siyonîstên Îsraîlê ku axa Fîlîstînê îşxal kiriye, ji bo normalîzekirina têkiliyan her çi dibe bila bibe, nayê qebûlkirin. Bi dagirkerên Siyonîstan re danîna têkiliyên dîplomatîk, siyasî, leşkerî, darayî, çandî an her cûre têkilî qedexeye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin