PeyamaKurd – Berpirsê giştî yê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ragihand ku wê hikûmeta Iraqê hinek diravê din yê cotkarên Kurdistanê bide.
Şêx Kamil ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, hikûmeta Iraqê biryar daye hinek diravê din yê cotkarên Kurdistanê bişîne ku wê piştî bêhnvedana sersalê ew pere bê wergirtin û bidin cotkaran.
Li gorî zanyariyan hikûmeta Iraqê wê 11 milyar û 770 milyon dînar bide cotkarên Kurdistanê ku 3 milyar û 400 milyon dînar pişka cotkarên Hewlêrê ye.
Berpirsê depoya Hewlêrê, Hêmin seyîd Murad jî ji BasNewsê re daye xuyakirin, ev cara çaremîn e hikûmeta Iraqê diravê cotkaran dide. Lê hîn gelek diravê cotkarên Kurdistanê li ba hikûmeta Iraqê ye û nayê zanîn dê kengê hemiya bide.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hikûmeta Iraqê ji yek milyon ton genimê Kurdistanê tenê 390 hezar ton kiriye û diravê cotkaran jî bi çend qonaxan dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin