Daxuyanî ser daxuyaniyê tê: Washington Post pistî gotara Bayik kirin terorîst!

Daxuyanî ser daxuyaniyê tê: Washington Post pistî gotara Bayik kirin terorîst!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, rojnameya Amerîkî Washington Post ku gotara Serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik weşandiye bi propaganda û alîgiriya terorê tawanbar kir û got, ‘Gelo propagandaya terorê dikeve nav azadiya derbirina ramanê?’

Çavuşoglu di bernameya TRT Haberê de ev pirs kir, “Çawa dibe hûn nêrînên terorîstekî PKKya ku Amerîkayê xistiye lîsteya terorê belav dikin?”

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî belavbûna gotara Bayik di rojnameya Washington Postê de wekî durûtiya li hember şerê li dijî terorê nîşan dabû û gotibû,  rojname bi eşkere propgandaya terorê dike.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî got, belavkirina gotara serkirdeyê PKKê ti pêwendiyeke wê bi azadiya raman û ragihandinê re nîne û rojnamê wisa nîşan daye ku Cemîl Bayik nûnerê kurdan e, bi vê yekê heqaret li kurdan kiriye.

Cemil Bayik çi nivîsandibû?

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik doh 3yê Tîrmehê gotarek di rojnameya Washington Postê de belav kiribû û tê de behsa çareserî û rêyên lihevkirinê bi dewleta Tirkiyê re kiribû.

Bayik pêşniyar kiribû ku ji bo agirbesteke demdirêj, divê Abdullah Ocalan bi silametî, ji Îmraliyê derbasî girtîgeha malê bibe. 

Cemîl Bayik di gotara xwe de dibêje, niha derfeteke baş heye, ji bo ku dawiyê li şer bînin, û eger vê derfetê ji dest bidin, dibe ku nifşekî din jî ji herdû aliyan nikaribin vê rewşê çareser bikin. 

Bayik diyar dike ku Abdullah Ocalan danûstandinkarê wan yê sereke ye û ew piştevaniya hemû peyamên wî yên vê dawiyê dikin. 

Herwiha Cemîl Bayik dide xuyakirin ku divê civaka navdewletî piştevaniya encaman bike û alîkarê çareseriyê be. 

“Eger Tirkiyê pirsa Kurdî çareser bike, ew ê gaveke baş di warê demokrasî, aramî û aştiya Rojhilata Navîn de bavêje, lê Tirkiyê naxwaze pirsa Kurdî çareser bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin