PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov re civiya ku îro dest bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kiriye û du rojan dimîne.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî destbikarbûna serokwezîrê nû yê Rûsyayê pîroz kiriye û herwiha digel xurtkirina pêwendiyên Rûsya-Kurdistanê destxweşî li kar û çalakiyên kompaniya gazprom a rûsî yên li Herêma Kurdistanê kiriye.

Hat ragihandin ku di hevdîtina ligel Bogdanov de, ji bilî balyozê Rûsyayê yên li Bexda û Hewlêrê hejmarek dîplomat û berpirsên Gazpromê jî amadehî kirine ku hejmarek berpirsên herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de amade bûn.
Bogdanov silav û rêzên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gihandin Serokê Herêma Kurdistanê ku rola wî di asayîş û pêşketina herêma Kurdistanê bilind nirxandiye.
Herwiha di civînê de mijarên wekî girîngiya aramkirina rewşa Iraqê û aloziya herêmê, girîngiya hemahengiya hêzên Pêşmerge û Iraqê ji bo ewlekariya herêmê û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê jî hatin guftûgokirin.
Dîsa rola Rûsyayê li ser çareseriya krîza Sûriyê û pirsa Kurdên Sûriyê û herwihe pêşketinên dawî yên derbarê kêşeya Îsraîl û Filîstînê de mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Bogdanov heta êvara Pêncşemê li Herêma Kurdistanê ye û biryar e di van du rojan de bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrur Barzanî u berpirsên din ên Kurdistanê re bicive.
Li gorî zanyariyan Bogdanov di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên Herêma Kurdistanê de, mijarên taybet bi enerjiyê, ewlehiya navendên dîplomatîk li Iraqê û Herêma Kurdistanê, diyarkirina serokwezîrê nû yê Iraqê û têkiliyên navbera Moskow û Hewlêrê gotûbêj dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin