PeyamaKurd – Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Îranê, keça serokomarê berê yê Îranê Haşim Rafsancanî, Faîze Haşimî ku ji ber daxuyaniyên derbarê protestoyên Jîna Emînî hatibû girtin, bi 52 meh cezayê girtîgehê hatiye sizadan.
Berdevkê erka daraza Îranê Mesûd Setayeşî li Tehranê di civîneke rojnamevanî de eşkere kiriye ku Setayeşi, keça Rafsancanî ku ji ber sorkirina protestoyên Jîna Emînî hatibû girtin, di doza wê de biryar hatiye dayîn.
Li gorî berdevkê erka daraza Îranê Faîze Haşimî Rafsancanî bi tohmeta propagandaya dijî rejîmê hatiye mehkûmkirin û bi giştî 52 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Faîze Haşimî piştgirî dabû xwepêşandanên Jîna Emînî û di meha Çileyê 2021ê de jî gotibû, divê Supaya Pasdarên îranê di nav lîsteya dorpêçên Amerîkayê de bimîne.
Berdevkê Erka Darazê îdamkirina cîgirê berê yê wezîrê berevaniyê Alî Reza Ekberî jî got ku ‘şimaqek e li rûyê Brîtanyayê hatiye xistin”.
Herwiha Setayeşî li ser welatiyê Belçîkî Olivier Vandescasteele ku bi tawana sîxurîyê tê dadgehkirin jî got ku ji bo tawanên sîxurtiyê ti welatek paşde gav navêje û erka me ya efûkirinê nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin