Pesmerge: Artêsa Iraqê ji bo avakirina hêzên hevpar hewlê nade

Pesmerge: Artêsa Iraqê ji bo avakirina hêzên hevpar hewlê nade

PeyamaKurd – Rêvebirên Pêşmerge di wê baweriyê de ne ku li deverên Kurdistanî yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de, ji bo asayîşa deveran temîn bikin, di asta ku tê xwestin de xebatê nakin û ji ber wê IŞİD êrîşên xwe li deverên Kurdistanî zêde kiriye.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku hukumeta Iraqê mijarê dirêj dike û sedema wê jî ew e ku Bexda naxwaze li wan deveran Kurd xwurt bibin. Di mijarê de yek ji rêvebirê hêzên Pêşmerge Hîkmet Mihemed ragihand ku di hevdîtinên bi hêzên Iraqê re, biryarên ku hatine dayîn heya niha neketine nav pratîkê. Endamê komisyona Pêşmerge yê Parlementoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed di ragihandina xwe de got ku qelsiya artêşa Iraqê dibe sedema xwurtbûna IŞİD ê û hêzên artêşa Iraqê nikarin valahiya asayîşê dagirin.

Çavdêrê siyasî Ebûbekir Karwanî li ser mijarê got ku ji bo mafên Kurdan li wan deveran qels bikin, siyaseteka weha dimeşînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin