PeyamaKurd – Serokwezîra Îsweçê Magdalena Andersson ragihand ku li Awrûpayê rewş asayîşê guheriye û ji ber wê jî wê hevkariya xwe bi NATO û Fînlandiya re xwurt bikin. Ragihandin di wexta ku serokwezîra Îsweçê Andersson û wezîrê bergiriyê Peter Hultqvist, ji bo seredaneka fermî çûn Fînlandiyayê, li payîtext Helsînkiyê, bi serokwezîrê Fînlandiyayê Sanna Marin re civîna çapemeniyê çêkirin, hat kirin.
Andersson got ku Rûsya dixwaze Ûkraynayê îşxal bike û weha dewam kir:
“Ev hewldana Rûsya rewşa asayîşa Awrûpayê guhert. Ji ber wê dê bi Fînlandiya û NATO re em ê hevkariya leşkerî xwurttir bikin.”
Serokwezîrê Fînlandiya Martin jî heman fikrê dubare kir Belarûs a ku destekê dide Rûsyayê şermezar kir.
Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg ji bo ajansa Îsweçê TT yê daxwuyaniyê da û got ku Îsweç bi NATO re hevkariyê dike lê eger êrîşê Îsweçê bikin, nikarin bi temamî garantiya ewlehiyê bidinê.
Stoltenberg got ku di navbera endambûn û nebûna endamtiya NATO de ferq heye û weha dewam kir:
“Îsweç hevkarê nêz yê NATO ye. Em bi hevre tetbîqatan dikin û di hinek mijaran de xebatê dikin. Ev ji bo Îsweç û NATO yê girîng e. Lê Îsweç nakeve ber xala 5 ê ya NATO yê. Îsweç ji bo NATO yê bi temamî ne di nav garantiya ji bo endamên NATO de ye. Ferq di endambûn û ne endambûna NATO dê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin