NATO bi awayeka awarte dicive

NATO bi awayeka awarte dicive

PeyamaKurd- NATO piştî pevçûna di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, ragihand ku wê komîsyona NATO-Ûkraynayê bi rewşa awarte bicive.

Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg bi serokê Ûkraynayê, bi Petro Poroşenko re bi rêya telefonê hevdîtinekî kir û piştî hevdîtinê beyaneka nivîskî da.

Stoltenberg di beyana xwe de ragihand ku ew piştgiriya yekîtiya axa Ûkraynayê dikin û destekê didin seyr û sefera keştiyên Ûkraynayê li ava wan de. Di beyanê de hat gotin ku li ser daxwaza Poroşenko wê komîsyona NATO-Ûkraynayê bicive. Divê komîsyon îro li baregeha NATO yê, di asta balyozên bilind de bicivin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin