Zelenskiy: Li Ukraynayê, 10 milyon kes bê elektrîk man

Zelenskiy: Li Ukraynayê, 10 milyon kes bê elektrîk man

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku ji ber êrîşên nû yên Rusyayê yên li dijî binesaziya enerjiyê hatine kirin, bi milyonan kes bê elektrîk mane.

Volodimir Zelenskiy, ji bo raya giştî ragihand ku niha li Ukraynayê 10 milyon kes bê elektrîk mane û sedem jî ew e hêzên Rus êrîşên nû li binesaziya enerjiyê kirine.

Zelenskiy diyar kir ku ji ber vê rewşê herî zêde li Odessa, Vinnytsia, Sumy û Kievê qutbûn heye û ji bo ku ew van pirsgirêkên qutbûna elektrîkê çareser bikin, wan her tişt kiriye.

Li gorî nûçeyên AFPê jî piştî hişyarkirina rayedarên Kievê yên amadebûna ji rojên dijwar re Rusyayê hem roja sêşemê hem roja çarşemê êrîşên gelek tund ên moşekî kirine û bi van êrîşan hem biesaziyeke enerjiyê hem jî kargeha moşekan bûne armanc.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin