PeyamaKurd -Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 39 emîn Civîna Hevkariya Teşkîlata Îslamî de axifî û da zanîn ku parastina Xezzeyê parastina Stembolê ye.
Erdogan di axaftinaxwe ya li civîna Hevkariya Teşkîlatên Îslamî de, bertek nîşanî Neteweyên Yekbûyî da ku ji bo şerê Xezzeyê pêkutî li Îsraîlê nakin û got:
"Îro parastina Xezzeyê parastina Kudusê, Mekkeyê, Medîneyê, Stembolê, Şamê û Bexdayê ye."
Erdogn wiha berdewam kir:
“Li aliyekî 121 dewletên ku dibêjin bila şer rawest e hene, li aliyê din 3-5 dewletên ku piştgiriya êrişên Îsraîlê dikin û mekanîzmayeke global ya ku kîngê van 3-5 dewletan bibêjin: 'temam' wê demê dest bi bizavan dikin heye. Sazûmaniyên wiha ne mumkun e ku aştiyê pêk bînin."
Erdogan di axaftina xwe de Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netenyahû wek 'Qasavê Xezzeyê' bi nav kir û got : "Ji tawanbarekî şer bêtir dê wek qesavê Xezzeyê bê dadkirin"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin