PDK: Rêkeftina Hewlêr-Bexdayê bandoreke bas li ser avakirina hikûmeta nû dike

PDK: Rêkeftina Hewlêr-Bexdayê bandoreke bas li ser avakirina hikûmeta nû dike

PeyamaKurd - Seroka Fraksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser nefta Kurdistanê nirxand û got, wê bandoreke baş li ser hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bike û ji bo hikûmeta Mustefa Kazimî jî gaveke baş e.

Viyan Sebrî ji BasNewsê re daye xuyakirin, ew rêkeftina ku şanda hikûmetê bi hikûmeta Iraqê re li ser hinartina neftê û kêmkirina derxistina neftê di çarçoveya plana OPEC de pêk anî, gaveke gelekî baş e.

Viyan Sebrî got, ew rêkeftin ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî jî gaveke baş e û dê bibe alîkar bo wê yekê.

Seroka Fraksyona PDKê da zanîn, Mistefa Kazimî rojane bi aliyên siyasî re li ser pêkanîna hikûmetê dicive lê heta niha nayê zanîn dê kengê hikûmetê ragihîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin