PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, îro 19ê Tîrmehê li Tehranê re civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xistin.
Di civînê de hat diyarikirin ku piştî civîna Hevkariya Asta Bilind a herdu welatan, di warê aborî, kulturî û leşkerî de hejmarek rêkeftin hatine îmze kirin.
Erdogan diyar kir: “Ez nêrîna Serokomar Reîsî ya li ser pêşvebirina pêwendiyên Îranê bi cîranên xwe re, gelek girîng dibînim” û destnîşan kir, di navbera herdu welatan de hedefa bazirganiyê ya bi qasî 30 milyar dolaran heye.
Serokomarê Tirkiyê di civîna rojnamevanî de got: “Şerê me yê dijî terorê pir girîng e. rêxistinên terorê, PJAK, PKK, PYD, YPG, FETO ji bo her du welatan belayên mezin in. Wek dizanin, me navên van rêxistinan xistine nava rêkeftinên NATOyê. Ev rêxistin li ku derê bin, aramiya wan welatan têk didin. Ji ber vê pêwîst e bi hevkarî em şerê li dijî wan bikin.”
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî anî ziman ku serdana Serokomarê Tirkiyê ya Îranê ji bo pêwendiyên herdu welatan wê bibe qonaxeke nû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin