PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, vetokirina ‘Agirbesta Bilez bo Xezzeyê’ ji aliyê Amerîka ve pîroz kir.
Netanyahû di televizyoneke taybet de, biryara vetokirina Agirbesta Bilez bo Xezzeyê ji bo alîkariyên mirovî li Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, ji aliyê Amerîkayê ve pîroz kir.
Netanyahû got ku divê welatên piştevaniya pêşnûmeya agirbestê kirine fêm bikin, bêyî tunekirina Hemasê ne mimkun e bangên bidawîkirina şer bigihin armancê.
Netanyahû diyar kir: “Ez helwesta Amerîka ya li Civata Asayîşa Navdewletî pîroz dikim. Emê şerê xwe yê mafdar ê tunekirina Hemasê heta bigihin armancên diyarkirî berdewam bikin.”
Pêşnûmeya Agirbesta Bilez bo Xezzeyê doh 9ê Kanûnê ji aliyê zêdetirî 90 welatan ve hatibû qebûlkirin, lê Brîtanyayê dengê bêalî û Amerîkayê jî mafê vetoyê bikar anîbû û hatibû redkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin