Yekîtiya Odeyên Bazirganî ya Amerîkayê seredana Mesrûr Barzanî kir

Yekîtiya Odeyên Bazirganî ya Amerîkayê seredana Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd- Heyeteka ji Yekîtiya Odeyên Bazirganî ya Amerîkayê, di bin serokatiya cîgirê serokê yekîtiyê Steve Lute de, li Hewlêrê seredana serokwezîrê Kurdistanê yê pêş Mesrûr Barzanî kir. Mesrûr Barzanî bi seredana heyetê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ev seredan nîşana xurtkirina têkiliyên her dû aliyane.

Barzanî ragihand ku Kurdistan bo bazirganiyê xwediyê derfetên başe û di bernama hukumeta nû de, dê ev mijar xaleka girîng be. Di bernamê de, dê hebe ku biyanî karibin li Kurdistanê sermayeyên xwe bicîh bikin û dê şîrketên Amerîkayê jî dê di vana wan şîrketan de bin û karibin ji derfetan fêde bibînin. Barzanî got ku hedefa wan ne tenha ew e ku Kurdistan welatekî debara wê li ser petrolê be lê hedefa wan ew e ku çavkaniyên aborî di herêmê de zêdetir bikin.

Steve Lute jî di axaftina xwe de Mesrûr Barzanî bo wezîfedarbûna avakirina hukumeta Kurdistanê pîroz kir û ragihand ku dê yekîtiya wan şîrketên Amerîkayê teşqîq bike da sermaya xwe li Kurdistanê bicîh bikin.

Her dû teref hem behsa hilberînên di sektorên cuda de kirin, bi taybetî balê kişandin ser pêşdeçûnên di seha zîraî û di seha tenduristî, teknolojî û sanayiyê de. Behsa geşepêdana girîngiya aborî û sîstema perwerdê mijarên wan yên din bûn ku li serê axifîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin