Sûriye: Em planên Erdogan ên bi guman red dikin

Sûriye: Em planên Erdogan ên bi guman red dikin

PeyamaKurd – Rêveberiya Şamê ragihand ku ew planên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên dagirkirin û avakirina ‘herêma ewle’ bi timî red dikin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANAyê, rêveberiya Şamê plana Erdogan a Cenevreyê di Konferansa Penaberan a Navdewletî de anîye ziman red dikin û planên Tirkiyê jî wekî planên bi guman binav kir.

Çavkaniyeke Wezareta Derve ya Sûriyê ji SANAyê re ragihand ku Erdogan planên xwe yên bi guman bi sûde wergirtina platformanên navdewletî dixwaze bixe meriyetê û propagandayê dike.

Çavkaniyê diyar kiriye ku Erdogan bi rojevên niyeta xirab li ser erdên Sûriyê û sextekariya bi navê hevkariyên mirovî, dixwaze bi diziya petrola Sûriyê projeyên xwe fînanse bike û dixwaze ji tawanên şer ên komên çekdarên girêdayî xwe bireve.

Rayedarê Sûriyê bal kişandiye ser ku ew dê li dijî êrîşên Tirkiyê û tawanên şer serweriya xwe biparêzin û ji bo yekparçeyiya erda Sûriyê xebatên xwe bidomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin