PeyamaKurd - Serokomarê Iranê Hesen Rûhanî li ser kuştina Fermandarê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û cîgirê fermandeyê Heşda Şeibî ya Iraqê Ebû Mehdî Mihendis ragihand ku
Amerîka bi kuştina Suleymanî û Mihendis re sûcê herî kiriye û amaje kir ku dê encamên vê yekê giran bin.
Serokomarê Iranê Hesen Rûhanî li Tehranê beşdarî merasîmê Qasim Suleymanî bû û ji malbata Suleymanî re sersaxî xwest.
Rûhanî Amerîka tehdit kir û got:
“Amerîka bi kuştina Suleymanî re li hemberî gelê Iranê sûcê herî kiriye, dê encamên wê giran bin. Amerîkî nizanin ku xeletiyeke çawa kirine. Ne niha lê di demen pêş de wê encamên wê bibinin.”
Rûhanî di erdewamiya axaftina xwe de bi pesindayîn behsa Suleymanî kir got, “Qasim Suleymanî ne tenê ji bo welatê xwe Herwiha ji bo Sûriye, Yemen, Libnan û Afganistanê jî girîng bû û ji bo ewlehiya wan herêman jî xizmet dikir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin