PeyamaKurd - Artêşa Tirkan li bajarê Bakurê Kurdistanê Erdexanê şivanekî ku heywanên ku diçêrandin kuşt.
Artêşa Tirkan li Erdexanê êrişek li dar xist û li gor ragihandina Walîtiya Erdexanê sivîlekî li devera şer guh nedaye hişyariyê û loma bûye hedefa gulleyan.
Lê HDPê îdîayên walîtiyê derewîn derxistin û bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku welatiyê hatiye kuştin şivanê bi navê Îsmaîl Karakaşê 38 salî ye û li herêmê heywan diçêrandin.
Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku li ser bûyerê lêkolîn were destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin