PeyamaKurd- Rojnameya Elmanî Bildê îdda kir ku alîkariya ku Elmanyayê ji bo Yekîtiya Tirk-Îslam ya Karên Diyanetê (YTÎKD) dikir, wê betal bike.
Piştî ku ji ber bûyera Keşe Andrew Brunson navbera Amerîka û Tirkiyê hinekî xira bû, Elmanyayê piştgiriya xwe ji bo Tirkiyê nîşan dabû. Êdî vê carê jî îddayeke mezin hate kirin. Elmanyayê li dijî Tirkiyê biryarkeke tund standiye. Li gorî îddaya rojnameya Elmanî Bildê, vê carê ji budçeya Elman ya Federal ji bo Yekîtiya Tirk-Îslam ya Karên Diyanetê (YTÎKD), alîkarî nayê kirin.
Hukumeta Elman ya Federal di navbera salên 2014 û 2017an de 5.983.429,91 Euro alîkarî dabû YTÎKDê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin