Rêdûr Xelîl: Serkeftina li dijî DAISê tolhildanek ji Kobanê û Singalê ye

Rêdûr Xelîl: Serkeftina li dijî DAISê tolhildanek ji Kobanê û Singalê ye

PeyamaKurd - Berpirsê Peywendîyên  Derve yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl dîyar kir ku serkeftina li dijî DAIŞê serkeftina hemû gelê Kurd e û tolhildanek mezin a ji bo Kobanê û Şingalê ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 23ê adarê li Baxozê di merasîmekê de serkeftina bi ser DAIŞê de ragihandibû.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê HSDê Rêdûr Xelîl derbarê vê serkeftinê da got, ji bo têkbirina şanên nivistî yên DAIŞê, karekî demdirêj pêwîst e, di qonaxa duyemîn de dê bi Hevpeymaniya Navdewletî ra bi awayekî hevbeş operasyon bihên kirin. 

Herweha ji bo merasîmê rizgarikrinê agahî dane hemû alîyên sîyasî û lê zêde kir: “Me tevahîya hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê vexwend merasîma têkbirina DAIŞê û di nav wan de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) lê ew amade nebûn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin