PeyamaKurd – Rêxistina Koç û Koçberiyê ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve OCHCR derbarê rewşa dawî ya êrîşa Rûsyayê bi ser Ûkraynayê de daxuyanî da.
Li gorî NY artêşa Rûsya jêrzemîna Ûkraynayê dike armanc û gelek kes bê av û bê elektrîk mane.
Herwiha hatiye eşkere kirin ku heta niha herî kêm 64 sivîl hatine kuştin, 176 sivîl birîndar bûne û zêdetirî 160 hezar welatiyên ûkraynî jî koçber bûne ku hew didin terka welat bidin.
Li aliyê din hikûmeta Ûkraynayê jî dide xuyakirin ku heger êrîş berdewam bikin dê bi qasî 5 milyon welatî koçber bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin