Sunnî destekê nadin hukumeta Ellawî

Sunnî destekê nadin hukumeta Ellawî

PeyamaKurd- Eşîrên sunnî di çarçoveya îttîhad El Qiywe de, fikra xwe bo destekkirina hukumeta nû ya di bin serpereşitya Mihemmed Tewfîq Ellawî de ku bê avakirin, ragihandin. Li gor ragihandina El Qiywa; wê destekê nedin hukumeta di bin serokwezîrtiya Ellawî de.

Parlementerê Iraqê yê sunnî Mihemed Kerbulî ragihandiye ku Ellawî di van şert û mercên ku Iraq tê de ye, nikare xwe li ber arîşeyan ragire û nikare arîşeyan çareser bike. Lewra jî wê dengên xwe nedin Ellawî.

Mihemed Kerbulî di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku ne ew, ne xwepêşandêr, wê serokwezîrtiya Ellawî qebûl nekin.

Biryare roja duşemê parlementoya Iraqê hukumeta nû bide ber dengdanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin