Ji bo jinên Amed Sporê jî qedexe heye!

Ji bo jinên Amed Sporê jî qedexe heye!

Heta niha di deplasmanê de maçên tîma mêran a Amed Sporê ji bo temaşevanên wê dihatin qedexekirin niha ji bo tîma jinan a Amed Sporê jî qedexeyê dest pê kir.

Ev du sal in tîma Amed Sporê nikare di deplasmanê de ligel temaşevan û hezkiriyên xwe bê cem hev, ji ber ku her maçên wê yên deplasmanê ji bo temaşevanên wê "ji ber ewlehiyê" tê qedexekirin. Amed Spor vê hefteyê, 4'ê mehê dê li Kocaeliyê bilîze û dîsa ji bo temaşevanên wê qedexe ye. Ev yek ne bes bû niha ji bo tîma jinan a Amed Sporê jî qedexeya deplasmanê ji bo temaşevanan çêbû. Tîma jinan a Amed Sporê 4'ê mehê li Stenbolê dê ligel Fatih Vatan Sporê bilîze. 
Di Lîga 1'emîn (Lîga 2'yemîn û 3'yemîn jî heye) a Jinan a Fûtbolê ya Tirkiyeyê de 10 tîm hene. Tîma Jinan a Amed Sporê di vê Lîga 1'emîn de dilîze û bi 9 pûanan di rêza 7'an de ye.  Fatih Vatan Spor bi 12 pûanan rêza 6'an de ye. Maç li mala Fatih Vatan Sporê ye. Walîtiya Amedê biryar da ku alîkirên Amed Sporê negirin stadê, bi gotineke din qedexe danî. Sedem jî wekî her gav "Ewlehî" ye. Lê 10'ê berfanbara 2017'an de li Amed Sporê her du tîman bi hev re lîst û tu pirsgirêk derneket. Di maça yekem de Amed Sporê li mala xwe bi 2-4 têk çûbû.
Di vê lîgê de Ataşehir Belediye Spor bi 34 pûanan yekemîn e. Îlkadim Belediye Yabancilar Pazari Spor bi 5 pûanan di rêza dawî de ye.

Kelehparêz Yokuşlu ji qadroyê derxistin
Di vê navberê de roja pêncşemê di antremana tîma mêran a Amed Sporê de li ber çavên rêveberên klûbê kelehparêz Erdi Yokuşlu û M.Salih Demircan de nîqaş derket. Berî pevçûn derê lîstikvan ketin navberê û bûyer rawestandin. Piştî vê rêveberiya klûbê biryar da ku cezayê pereyan li Yokuşlu bibirin û heta biryarek din derveyî kadroyê bê hiştin.
Kelehparêz Yokuşlu li Konaka Îzmîrê hatiye dinê û 26 salî ye. Ew par ji Bolu Sporê hatibû transferkirin. Îsal di 17 maçan de keleh parastibû. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin