PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê Îhsan Abdulcebbar ragihand ku bo petrola Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye da şîrketekî bê avakirin. Şîrketa ku wezîr daxwaza avakirina wê kiriye wê bo hilberîn, şandin û rêvebiriya petrolê be. Wezîr Îhsan Abdulcebbar bo medya Iraqê weha got:
“Di mijara petrolê de di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de têgihîştinekî baş heye. Derxistina petrola Kurdistanê, şandina wê û rêvebiriya wê, bo di asta qanûna bingehîn de çareserî çêbibe, xebatên gelek baş hene.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin