PeyamaKurd – Li navçeya Amasra ya ser bi parêzgeha Bartinê ya Tirkiyê, di kana madenê de teqînek çêbû û di encama teqînê de heta niha 28 kesan can dane.
Li gor zanyariyan li parêzgeha Bartin a Tirkiyê do înê 14ê Cotmeha 2022yan di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek çêbû.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca da zanîn, hejmara kesên ku ji ber teqînê can dane, gihîşt 28 kesan. Li Stenbolê 6 û li Bartinê 5, tedawiya 11 birîndaran didome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin