PeyamaKurd – Rêxistina navnetewî ya ICBL-CMC ku li ser çekên qedexekirî lêkolînan dike, ragihand ku ji sedî 80 qurbaniyên çekên qedexekirî yên li seranserê cîhanê xelkê Sûrî ye.
Rojnameya The New York Times a Amerîkî daye xuyakirin, rêxistina ICBL-CMC piştrast kiriye ku hejmara qurbaniyên sala borî yên bombeyên qedexekirî zêdetirtir bûye û sedem jî bikaranîna çekdên qedexekirî ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve ye.
Rêxistina ICBL-CMC eşkere kiriye ku li seranser cîhanê ji ber bombeyên guşî yan jî bermahiyên wê herî kêm 286 kes hatine kuştin û birîndar bûne ku ji wan 219 kes xelkê Sûriyê ne. Li gorî heman rêxistinê sala 2018an ew hejmar tenê 149 kes bû.
ICBL-CMC daye zanîn ku di navbera salên 2010 û 2019an de, li 20 dewletan û herêmên din herî kêm 4 hezar û 315 kes bi teqîna bombeyan hatine kuştin, lê zêdetirî ji sedî 80 welatiyên Sûriyê bûne.
Herwiha hat diyarkirin ku li Sûriyê ji Tîrmeha 2012an ve agahiyên 686 êrîşên bi bombeyan hatine tomarkirin û herî zêde ew bombeya qedexekirî jî li Sûriyê hatiye bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin