PeyamaKurd – Serokomarê berê yê Îranê Mehmud Ehmedî nejad ji malpera "khabarfoori" ya Îranê re axivî û rexneyên tund li sîstema rêveberiya welatê xwe kir.
Ehmedînejad bal kişand ser ku li Îranê derfeta siyasetê nemaye û got, “Yan dibêjin biçin zindanê yan birevin, yan jî di mala xwe de rûnên û deng nekin.”
Serokomarê berê diyar kir ku rayedarên leşkerî yên Îranê, Serokomar û dadwerî ti rexneyan qebûl nakin û wiha pê de çû: "Pêwîste Îran bibe welatê herî azad ê cîhanê, lê belê dema tu ji fermandarekî re bêjî sîya te xwar e, dibî dijminê şoreşê. Hinek jî dibêjin, ger em azadiyan bidin dê gel bi ser xwe ve biçe. Lê yên ku dibêjin, dê gel xirab bibe bixwe xirab bûne û ew bi xwe vê xirabiyê belav dikin.”
Ehmedînejad da zanîn ku divê rejîm destûra xwepêşandan û derbirinê bide gel û wiha got: “Heger em pêşiya xwepêşandanan bigirin ev dê bibe sedema tundrewiya zêdetir. Çima gelê me nikare li deverekê bicive û bêje, biryarên we şaş in? Ka sedemekê nîşan bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin